Sine; Welatiyekî Kurd bo îdareya îtlaatê hat gazîkirin

15:39 - 16 Kanûna pêşîn 2023

Roja Yekşemî 19ê Sermawezê, welatiyê bi navê “Eyûb Xulamî” xelkê Sine bo îdareya îtlaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn ji wî hat kirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji ber çalakiyên xwe yên di torên civakî de bo îtlaata Spaha Pasdaran hatiye gazîkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê ev welatiyê hanê gef jê xwarine ku eger li ser înternetê li ser karê xwe bidome dê rûbirûyê biryarên dadgehê bibe. 
 
Eyûb Xulamî piştî çend demjmêran lêpirsîna hêzên ewlehiyê hat berdan.