Bokan; 3 sal cezayê girtîgehê li Hesen Merdanî hat birîn

21:20 - 15 Kanûna pêşîn 2023

Welatiyekî Kurd bi navê “Hesen Merdanî” xelkê Bokanê ji aliyê taya 101 a dadgeha tawanan a jimare 2 a vî bajarî bi 3ê sal heps hat cezakirin. 
 
Dadgehê ev welatiyê han bi “endamtî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” tometbar kiriye û di çend rojên borî de ev ceza bi fermî jê re hatiye ragihandin. 
 
Ev welatiyê Kurd roja Yekşemî 16’ê Rezber, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî heya dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Bokanê hat azadkirin. 
 
 Merdanî roja Çarşemî  12’ê Rezberê, piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ji girtîgeha Îtlaata Urmiyê bo girtîgeha Bokanê hat veguhastin. 
 
Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe bê par bûye. 
 
Êvariya roja Pêncşemî 19ê Gelawêjê, Hesen Merdanî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.