Osman Qedrî ji ber rewşa nebaş a bedenî ji ber îşkenceyê bo nexweşxaneya Nexede hat veguhastin û piştî danîna barimteyê hat berdan

02:29 - 15 Kanûna pêşîn 2023

Welatiyê Kurd yê bi navê “Osman Qadrî” temen 54 salî kurê Ebûbekir xelkê Nexedê bi sebrba xirabiya rewşa fizîkî ya wî ya bi sebeba eşkencekirinê  bo nexweşxaneya vî bajarî hat veguhastin û roja Pêncşemiyê 23ê Sermawezê, piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hat berdan. 
 
Li gor çavkaniyeke haydar, roja Sêşemî 21’ê Sermawezê, ev welatiyê han ji girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha Nexede hatiye veguhastin û bi sedema xirabiya rewşa giştî ya ji ber êşkenceya hêzên ewlehiyê bo nexweşxaneya Nexede hatiye veguhastin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han du caran bi sebeba îşkenceya hêzên ewlehiyê li navenda îdareya Îtilaata Urmiyê, bo nexweşxaneyên Seyîd Şoheda û Arifiyan ên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 
 Qadrî piştî du rojan li nexweşxaneya Nexede bi barimteyê hat berdan. 
 
Sibeha roja Yekşemî 5ê Sermawzê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê Kurd û ew binçav kirine. 
 
Heya niha li derheq sebeb binçavkirina  Qedrî û tometên li ser wî de, ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.