Çalakvanê medenî Şêrko Hicazî bo girtîgeha Seqizê hat veguhastin

08:54 - 14 Kanûna pêşîn 2023

Roja Çarşemî 22’ê Sermawezê, çalakvanê medenî û berpirsê tîma futbolê ya Seqizê, Şêrko Hicazî ji girtîgeha Îtlaata Sine bo girtîgeha Seqizê hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê medenî bo girtîgeha Îtlaata Seqizê hatiye veguhastin. 
 
 Hicazî di bin givaşên hêzên ewlehiyê de bûye ji bo ku îtirafên bi zorê li navenda Îtlaat Sine jê werbigirin û her wiha ji mafê hebûna parêzer jî hatiye bêparkirin. 
 
Roja Duşemî 20ê Xermananê, hêzên ewlehiyê ev çalakvanê medenî li yek ji cadeyên nêzîkî cihê karê wî, bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, bi lêdan bêrêzîkirin ev binçavkiribûn. 
 
Heya niha ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina  Şêrko Hicazî bidest neketin.