4 mamostayê Kurd bi 11 sal heps hatin cezakirin

08:52 - 14 Kanûna pêşîn 2023

Mamoste Yûnis Noxah, mamosta Şerîf Mehmûdpûr, mamosta Seyîd Silêman Ehmedî û mamosta Seyîd Cemaledîn Vajî yên xelkê Pîranşarê ji aliyê dadgeha taybet a ruhaniya bajarê Urmiyê ve bi giştî 11 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin. 
 
Dadgeha Taybet a Rûhaniyet van çar mamostayên Kurd bi “çalakiyên li dijî ewlekariya netewî, têkdana hizra giştî, îmzekirina daxuyaniya mamostayên Kurdistanê ji bo piştgiriya serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî û beşdariya di xwepêşandanan de” tawanbar kir. Mekteba Zanistên Olî ya Eyûbî li Pîranşarê bi 3 sal heps, mamosta Seyîd Silêman Ehmedî yek ji mamostayên Mekteba Zanistên Olî ya Selahedîn Eyûbî li Pîranşarê bi 4 sal heps, mamosta Şerîf Mehmûdpûr,  Resûlullah Mescid Peswe Pîranşar bi 2 sal heps û mamosta Seyîd Cemaledîn Vajî  jî bi du sal heps hat cezakirin û roja Înê ya Pîranşarê jî bi du sal heps hat cezakirin. 
 
Ev çar mamostayên olî yên Kurd, roja Sêşemî 23ê Sermawezê, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Urmiyê hatine gazîkirin û biryarên ku hatine dayîn bi fermî ji wan re hatine ragihandin. 
 
Sibeha roja Sêşemî 4ê êbendan a sala 1401, mamoste Yûnis Noxah li ser rêya Peswe -Pîranşarê, bêyî nîşandana belgey dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û roja Pêncşemiyê 27ê Rêbendan a sala 1401, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin. . 
 
Her wiha roja Duşemî 26ê Rêbendana 1401an, mamosta Yûnis Noxah ji aliyê taya Seşem a Ddgeha Taybet a Rûhaniyet ya bajarê Tevrêzê bi serpereştiya dadwer “Elî Esger Hoşyar” bi hepskirin û qedexekirina hertimî ya li xwekirina kincên melayan hate cezakirin. 
 
Roja Yekşemî 23ê Rêbendan a 1401an, mamosta Şerîf Mehmûdpûr û mamosta Seyîd Silêman Ehmedî her yek ji girtîgeha Urmiyê bi danîna barimtey 500 milyon Tûmenî heta dawîhatina dozê bi awayekî demkî hatin azadkirin. 
 
Êvara roja Duşemî 3ê Rêbendan a sala 1401an, piştî xwendina daxûyaniya zana û oldarên Pîranşar û derdora wê, li ser bidarvekirina xwepêşanderan, girtinên bêserûber, îşkencekirina girtiyan û dayîna cezayên tawanan ji bo wan, piştî xwendina daxuyaniya zanayan mamostayên olî yên bajarê Pîranşarê Mamusta Şerîf Mehmûdpûr bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û heqaret li wan hat kirin. 
 
Sibeha roja Sêşemî 4’ê Rêbendan a sala 1401’an, mamosta Seyîd Silêman Ehmedî, li ser rêya Peswe – Pîranşarê, bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Êvariya roja Duşemî 3ê Rêbendana 1401an, mamosta Seyîd Cemaledîn Vajî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û roja Çarşemî 19ê Rêbendana 1401`an, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî azad bû.