Nexede; Berdewamiya binçavkirin û bêçarenivîsiya welatiyê Pîranşarê Hisên Mehmûdpûr

01:01 - 2 Kanûna pêşîn 2023

Welatiyekî Kurd bi navê “Hisên Mehmûdpûr” kurê Ezîz yê gundê Gergûla jorê” ya ser bi navçeya Pîranşarê heta niha jî di girtîgeha Neqedeyê de ye. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragehandiye, ev welatiyê han ji mafê hebûna parêzer hatiye bêparkirin û bêyî azadkirina demkî di girtîgeha Neqedeyê de ye. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha civîna dadgehê li ser tohmetên Mehmûdpûr nehatiye lidarxistin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han 10 roj li girtîgeha îdareya Îtilaata Pîranşarê û 25 roj jî li girtîgeha Îtilaata Urmiyê de hatiye lêpirsîn. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd bi endambûn û hevkarî kirina yek di gel partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê tohmetbar kirine. 
 
Sibeha roja Sêşemî 24ê Gelawêjê, hêzên ewlehiyê bi ser mala şexsî a vî welatî de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ew binçav kirin. 
 
Hisên Mehmûdpûr roja 3ê a Pûşpera sala 1351an ji dayîk bûye.