Li sînorê bajarê Merîwanê bi sebeba teqîna mînekê kolberek birîndar bû

16:07 - 6 Çirriya paşîn 2023

Êvariya roja Şemî 13’ê Xezelwerê, xortek bi navê “Peyam Rizayî” kurê Celal xelkê gundê Pîle ya Merîwanê li sînorê vî bajarî bi sebeba teqîna mînekê bi giranî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniya agehdar  ya Kurdpayê, ev kolber li sînorê “Savcî” ya ser bi Merîwanê di dema kolberiyê de, bi mînekê ketiye. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kolber di vê bûyerê de lingê wî birîndar bûye. 
 
Peyam Rizayî ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin.