Merîwan; Zana Pervane piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî hat berdan

21:35 - 4 Çirriya paşîn 2023

Roja Şemî 13’ê Xezelwerê, welatiyê Kurd yê xelkê Merîwanê Zana Perwane, piştî derbasbûna 2 meh û 15 rojan binçavkirinê, bi danîna barimteyê bi awayê demkî hat berdan. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di dema binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer hatibû bêparkirin. 
 
Ev welatiyê Merîwanî, roja Şemî 28’ê Gelawêja îsal, bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Heta niha li derheq sedema binçavkirinê û tohmetên li ser Zana Pervane de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.