Sine; Omîd Mecîdî bi danîna barimteyê hat berdan

17:49 - 27 Çirriya paşîn 2023

Roja Duşemî 6`ê Sermawezê, Omîd Mecîdî, hunermendê bajarê Sine, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta bidawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Sine hat azadkirin. 
 
Roja Çarşemî 24’ê Sermawezê, hêzên ewlehiyê ev ciwanê ku di warê muzîka rep de çalak e, li yek ji cadeyên bajarê Sine, bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo navendeke ewlehiyê hatin veguhastin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirina Mecîdî û tometbarkirina navbirî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.