Li sînorê Bane kolberekî xelkê Seqizê birîndar bû

23:57 - 22 Çirriya paşîn 2023

Êvariya roja Sêşemî 30’ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Esed Hesenpûr” temen 25 salî, xelkê gundê “Ceferxan” a bajarê Seqizê, li sînorê Hengejale ya bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve bi giranî birîndar bû. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast teqe li kolberî kirine û di encamê de bi giranî birîndar bû. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Banê veguhastine û li beşa çavdêriya taybet de hatiye razandin.