Mamosta Hisên Elîmoradî bo Dadgeha Taybet a Rûhanî ya Hemedanê hat gazîkirin

01:18 - 22 Çirriya paşîn 2023

Mamoste Hisên Elîmoradî pêşnimêjê mizgefta “Îbrahîm Xelîlullah” a bajarê Sine û rêveberê mekteba “Îbrahîm Xelîlullah” a zanistên olî û hafiza Qur’anê ji bo Dadgeha Taybet a RûhaniyênRûhaniyet a bajarê Hemedanê hat gazîkirin. 
 
Li gor ragihandina ku jê re hatiye, divê ev mamostayê olî yê kurd roja Çarşemî 1ê Sermawezê li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê amade bibe. 
 
Roja Sêşemî 15ê Xakelêweyê, mamosta Hisên Elîmoradî ji aliyê Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Hemdanê ve, bi tohmeta “têkdana hizra giştî” bi 2 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin. 
 
Roja Sêşemî 15`ê Befranbarê, ev mamostayê olî yê Kurd bo cara duyem bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ji bo wergirtina bergiriya dawî ya ruhaniyên bajarê Hemedan hate gazîkirin.