Ciwanro; Binçavkiria ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:04 - 3 Çirriya paşîn 2023

Sibeha roja Pêncşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyê Kurd ê bi navê “Zaniyar Mehmûdî” temen 24 salî û kurê Ekber xelkê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî welatiyê han de girtine û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew binçav kirine. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tometên li ser Zaniyar Mehmûdî de tine.