Li ser sînorê Bane û Newsûdê bi sebeba teqeya hêzên leşkerî ên dewletê 2 kolber birîndar bûn

15:54 - 20 Çirriya paşîn 2023

Roja Yekşemî 28’ê Xezelwerê, kolberekî bi navê “Sebahan Mehmûdî” xelkê bajarê Rewanserê bi sebeba hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bû. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyê berê  teqe ji vî kolberî kirine. 
 
Her wiha êvariya roja Şemiyê 27’ê Xezelwerê, kolberekî din ê bi navê Kawe Seîdpûr ê 34 salî û xelkê bajarê Seqizê, di encama teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê Hengejale ya Banê birîndar bû. 
 
Ev kolber bêyî hişyariyek berê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve teqe jê hat kirin û di encamê de lingê wî birîndar bûye.