Bokan; Mamoste Hesen Fethî Xizirlekî dîsa hat binçavkirin

11:21 - 20 Çirriya paşîn 2023

Roja Şemî 27’ê Xezelwerê dubare mamosta Hesen Fethî Xizirlekî pêşnimêjê înê yê gundê “Qazliyan” a Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ti zanyariyên li derheq sebeba binçavkirina vî mamostay olî yê Kurd li ber dest nin. 
 
Roja Sêşemî 23’ê Xezelwera sala 1401’an Rojî, mamosta Hesen Fethî Xizirlekî bi barimteyê heta dawiya dozê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan. 
 
Êvariya roja Yekşemî berwar 25’ê Rêbendana 1401’an, ev mamostay olî yê Kurd bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.