Sine; Hacer Seîdî ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê şandin Navenda Çaksazî û Perwerdeyê

11:14 - 20 Çirriya paşîn 2023

Roja Şemî 27’ê Xezelwerê, Hacer Seîdî, çalakvana kedkarî ya xelkê Sine, ji bo derbazkirina cazayê salekê bo navenda çaksaziya vî bajarî hate şandin. 
 
Ev çalakvana kedkariyê bi tohmeta “civîn û lihevkirina li dijî ewlekariya netewî ya welat bi rêya pêkhatina navokeke komunîst” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sine ve bi du sal heps hat guhartin. 
 
 Seîdî herî dawî ji bo cîbicîkirina ceza ji taya çaremîn a dadgeha Giştî û Şoreşa  Sine jêra hatibû ragihandin. 
 
Roja Yekşemî 28ê Xermananê, Hacer Seîdî piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî ji bo demekê ji navenda çaksaziyê ya Sine hat berdan. 
 
Êvariya roja Çarşemî 27ê Banemerê, ev xebatkara kedkarî tevî komek ji xebatkarên kedkariyê, ji bo bîranîna Hûmen Ebdullahî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, serdana mala bavê wî kiribûn. , dema ku hêzên ewlehiyê bêyî ku biryara dadgehê bidin, avêtin ser mala Ferşîd Ebdullahî û ev bi tûndûtîjî  binçavkiribûn. 
 
Xanim Seîdî ji bo jêpirsînê birin girtîgeha îtlaata Sine û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo navenda çaksaziyê ya vî bajarî veguhastibûn. 
 
Di meha Gelawêja sala 1399an Rojî de, Hacer Seîdî bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de, beşdariya di karên neqanûnî de, ji aliyê taya yekem ê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi serokatiya dadwer Seîdî, bi 5 sal heps bo heyama çar salan cezakirbûn.