Biryara binçavkirina demkî ya çalakvanê medenî yê bajarê Seqizê Şêrko Hicazî hat dirêjkirin

01:19 - 19 Çirriya paşîn 2023

Di rojên derbasbûyî de cezayê binçavkirina demkî yê çalakvanê medenî û berpirsê tîma futbolê ya Seqizê, Şêrko Hicazî ku li girtîgeha Îtlaata Sine de ye, mehek din hat dirêjkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev çalakvanê medenî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Hicazî di bin givaşên hêzên ewlekarîyê de ye bo wergirtina îtirafên bi zorê li navenda Îtilaata Sin de. 
 
Roja Duşemî 20ê Xermananê, hêzên ewlehiyê ev çalakvanê medenî li yek ji cadeyên nêzîkî cihê karê wî, bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin ev binçavkirin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Şêrko Hicazî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.