Girtîgeha Bokan; Mesûd Darsenc bo murexesiyê hat şandin

13:29 - 18 Çirriya paşîn 2023

Roja Pêncşemî 25’ê Xezelwerê, girtiyê siyasî yê Kurd ê bajarê Bokanê Mesûd Darsenc ji bo 10 rojan ji bo murexesiyê hat şandin. 
 
Roja Duşemî 15ê Pûşperê, ev girtiyê siyasî bo derbazkirina cezayê xwe bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê han bi tometa “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de, beşdariya di xwepêşandanan de û şandina vîdyo û nûçeyan bo medyayên dijberî hikûmeta Îranê û nivîsandina drûşim û belavokan li dijî hikûmetê  bi 33 meh heps ji aliyê taya 101ê dadgeha tawanan a Bokanê ve hatibû cezakirin û ev ceza di destpêka meha Gulanê de bi fermî jê re hat ragihandin. 
 
Roja Yekşemî 25ê Befranbara 1401`an, Mesûd Darsenc bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê û mehek binçavkirina demkî bi danîna barimteya 350 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî azad bû.