Sine; Xebat Dêhdar salek cezayê girtîgehê lê hat birîn

13:28 - 18 Çirriya paşîn 2023

Xebat Dêhdar, xebat Dêhdar û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve 12 meh cezayê girtîgehê ya tezîrî lê hat birîn. 
 
Dadgehê ev biryar bi îdiaya “propagandaya li dijî sîstemê” ji bo vî çalakvanê kedkariyê daye. 
 
Ev girtiyê siyasî yê berê, roja Şemiyê 8’ê Rezberê , bi danîna barimteya 200 milyon Tûmenî, heya dawiya dozê, bi awayekî demkî hate azadkirin. 
 
Ev çalakvanê kedkarî roja Sêşemî 28ê Xermananê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Xebat Dêhdar roja Pêncşemî 28ê Rezbera a sala 1401an, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Şemiyê 7ê Xezelwera sala 1401`an, ji girtîgeha Sine hatibû azadkirin.