Bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê Bane 3 kolber birîndar bûn

13:27 - 18 Çirriya paşîn 2023

3 kolberên bi navên “Hemîdriza Hafizî” xelkê Seqizê, “Selah Kerîmî” xelkê Sine û “Diyako Remezanî” xelkê Seqizê di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane birîndar bûn. 
 
Roja Înê, 26ê Xezelwerê, Hemîdriza Hafizî temen 18 salî xelkê bajarê Seqizê, bi sebeba teqeya rasterat ya hêzên leşkerî yên hikûmetê lingê wî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî  veguhastin. 
 
Herwiha êvariya roja Pêncşemî 25ê Xezelwerê, Selah Kerîmî jî bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê çoka çepê ya wî birîndar bûye û rewşa giştî ya wî nebaşe. 
 
Selah Kerîmî, 30 salî, xelkê Sine ye, zewicî ye û zarokekî wî yê heft salî heye. 
 
Herwisa roja Çarşemî 24ê Xezelwerê jî, Diyako Remezanî temen 25 salî ji xelkê Seqizê ji aliyê hêzę leşkerî yên hikûmetê ve birîndar bû û rewşa giştî ya wî nebaşe. 
 
Wêne ji rast ber bi çep: Diyako Remezanî, Hemîdriza Hafizî û Selah Kerîmî