Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê li Selasa Bawecanî
11:02 - 3 Çirriya paşîn 2023
Sibeha roja Pêncşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyê Kurd ê bi navê “Şadman Mihemedî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin avêtine ser mala wî ciwanî û ew binçavkirin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mihemedî bi sedema çalakiyên xwe yên di qada torên civakî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Şadman Mihemedî 21 salî û kurê Mecîd û Heyatê ye.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq rewş û çarenivîsa vî ciwanê Kurd li ber dest nine.