Li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê hejmara kesên bidarvekirî derket 2 kesan

23:58 - 13 Çirriya paşîn 2023

Serê sibê roja Çarşemî 17ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Elîriza Pertoyî” xelkê bajarê Senqer ya parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha Dêzilava yê hate bidarvekirin. Di nava vê girtiyê de hejmara kesên di vê rojê de hatin îdamkirin derket 2yan. 
 
Ev girtiyê hanê beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê dozgeriyê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 
 
Elîriza Pertovî xelkê gundê “Taze Abad”ê ye û yek ji navçeyên Sengerê ye. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Di vê derbarê de, ser sipêdeya roja Çarşemî 17ê Xezelwerê, cezayê îdamê yê girtiyekî bi navê “Ferhad Axayî” xelkê gundê “Bedir ava ya ser bi bajarê Rewanserê, li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê hat bidarvekirin.