Kolberekî Mehabadê li ser sînorê Bane bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê birîndar bû

23:57 - 13 Çirriya paşîn 2023

Roja Yekşemî 21’ê Xezelwerê, ciwanekî bi navê “Ehsan Îsmaîlzade” temen 28 salî û xelkê Mehabadê li sînorê bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmet ve hat birîndarkirin. 
 
Li gorî çavkaniyek ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, hêznên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê li sînorê “Hengehjale” ya bajarê Bane teqe li kolberan kirin. 
 
Ev kolber di vê bûyerê de lingê kolber birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin. 
 
Di vê li derheqê de, roja Yekşemî 21’ê Xezelwerê, xortekî temen 19 salî bi navê “Yûnes Qadrî” xelkê bajarê Seqizê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Hengejale” ya bajarê Banê, birîndar bû.