Sine; Saman Mihemedî piştî danîna barimteyê hat berdan

18:52 - 10 Çirriya paşîn 2023

Roja Çarşemî 17’ê Xezelwerê, Saman Mihemedî çalakvanê jîngehparêzî yê bajarê Sine, piştî danîna barimteya 250 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Ev çalakvanê Kurd roja Şemî 6’ê Xezelwerê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Şehramfer a Ewlehiya Sine hatibû veguhastin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina  Mihemedî de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketiye.