Girtîgeha Yezdê; Dijberiya Îtlaata Spaha Pasdaran li hember serbestberdana bi şert û şandina girtiyê siyasî Xalid Zemanî bo mirexesiyê

01:02 - 10 Çirriya paşîn 2023

Girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Xoyê Xalid Zemanî ku heyama 30 salan cezayê xwe li girtîgeha Yezdê derbaz dike, ji ber nerazîbûnên Îtlaata Spaha Pasdaran, ji mafê serbestberdana bi şert bêpar hatiye hiştin û bo morexesiy ne hatiye şandin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kudpayê re ragehandiye, di heyama derbasbûy de, Şêvreya Rezbendî ya girtîgeha navendî ya Yezdê û dadwerê serperiştiya girtîgehê bi daxwaza serbestberdana bi şert a vî girtiyê siyasî razî bûne, lê ji ber dijberiya  Îtlaata Spaha Pasdarên, mafê wî yê serbestberdana bi şert hatiye redkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Şêvreya îdarî ya girtîgeha Yezdê di salên borî de gelek caran daxwaza Zemanî ji bo berdanê pesend kiriye, lê îtlaata Spaha Pasdaran her carê li dijî daxwaza wî derketiye. 
 
Xalid Zemanî kurê Yûsif, girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Xoyê, roja 10 Pûşpera .1387an Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo heyama 5 heftiyan lêpirsîna wî hat kirin. 
 
Ev girtiyê siyasî piştre ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Xoyê bi serokatiya dadwer “Norûzî” bi tohmeta “şer li xwedê” bi endametî di yek ji partiyên Kurdî yên opozisyonê de, bi “birîna destê çepê û lingê wî yê rastê”  cezakiriye, lê hikûmeta Îranê carekê biryara Dadgeha Bilind binpêkir. 
 
 Zemanî piştre ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Urmiye ve bi 30 sal heps cezakiriyr û sirgûnî Girtîgeha Navendî ya Yezdê kiriye. 
 
Piştî ku cezayê vî girtiyê siyasî hate piştrastkirin, roja 30 Sermaweza 1388an a Rojî ji girtîgeha Xoyê bo girtîgeha Yezdê hat dûrxistin. 
 
Xalid Zemanî yek ji hev dosyeyên girtiyê siyasî yê Kurd Fesîh Yasemenî ye ku di 18ê Befranbara 1388an a Rojî de li girtîgeha Xoyê hat îdamkirin.