Li girtîgeha Kirmaşanê girtiyekî Kurd hat îdamkirin

23:08 - 8 Çirriya paşîn 2023

Serê sibê roja Çarşemî 17`ê Xezelwerê,  girtiyê bi navê “Ferhad Axayî” xelkê gundê “Bewrava” a ser bi parêzgeha Rewanserê, li girtîgeha Dêzlava ya Kirmaşanê hat bidarvekirin. 
 
Li gor çavkanyeke haydar, ev girtiyê 32 salî, roja 16’ê Pûşpera 1395’an, bi kuştina birazayê bi armanca dizîna zêran, piştî binçavkirinê, ji aliyê dezgehên dadwerî ve, bi tawana kuştina bizanebûn cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.