Li sînorê Newsûdê 6 kolber bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê birîndar bûn

16:33 - 8 Çirriya paşîn 2023

Êvariya roja Sêşemî 16ê Xezelwera 1402an, 6 kolberên bajarê Selasa Bawecanî bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên dewletê li sînorê Newsûdê hatin birîndarkirin. 
 
Ev koma kolberan bêyî haydarkirinek berê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve, teqe ji van hatiye kirin û ji bo çareseriyê ev birin navendên tenduristiyê. 
 
 
 Di vê derheqê de agahiyên zêdetir, nasname û rewşa van kolberan ji aliyê Kurdpa yê ve tên lêkolînkirin. 
 
Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 11’ê Xezelwerê, 8 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê birîndar bibûn.