Sine; Ferheng Êwezî di bin çavdêriya bendeke elektronî de ji girtîgehê hat berdan

14:02 - 8 Çirriya paşîn 2023

Di heyama çend rojên borî de, Ferheng Êwezî, çalakvanê medenî yê Kurd xelkê gundê “Tengîser”a ser bi bajarê Sine, bi çavdêriya bendeke elektronî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Ev girtiyê siyasî dê temenê xwe yê mayî li derveyî girtîgehê û bi liv û tevgera qedexekirî li bajarê Sine derbas bike. 
 
Roja Sêşemî 10’ê Xezelwera sala 1401’an, piştî gazîkirina bo dadgeha Şoreşê ya Sine,  Eywezî hat binçavkirin û ji bo cîbicîkirina cezayê wî, navbirî bo girtîgeha vî bajarî veguhastin. 
 
Ev çalakvanê medenî pêştir bi tohmeta “endamtî û hevkarî kirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” re ji aliyê dadgeha Şoreş a Sine ve bi 3 sal û 9 meh heps hatibû cezakirin. 
 
Roja Yekşemî 3ê Rêbendan a 1400an, ev welatiyê han piştî 43 rojan ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Îtla`ata Sine hatibû azadkirin. 
 
  Ev çalakvanê medenî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûn pêwendiya telefonî û hevdîtina bi malbata xwe re û hebûna parêzer bê par bûye. 
 
Roja Yekşemî 21’ê Sermawes a sala 1400’an, hêzên ewlehî bi ser mala vî çalakvanê Kurd de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew binçav kirbûn.