Bonab; Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûna çarenivîsa welatiyekî Kurd

11:17 - 7 Çirriya paşîn 2023

Tevî ku 15 roj bi ser binçavkirina welatiyekî Kurd bi navê Hisên Paye kurê Ehmed xelkê Nexede û rûniştiyê bajarê Bonabê, heya niha ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wî de nîne. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê 15 rojan beriya niha bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han li bajarê Bonabê binçav kirine û heta niha jî şopandina malbata wî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam bûye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hisên Payê ji mafê hebûna parêzer, peywendiyên telefonî û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatiyê Kurd tine.