Birîndarbûna kolberek li sînorê Hengejale ya Banê

10:06 - 2 Çirriya paşîn 2023

Roja Duşemî 8`ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Luqman Ehmedpûr” temen 45 salî, xelkê gundê “Manîjlan” a ser bi navçeya Banê, bi sebeba teqeya hêzên dewletê li sînorê “Hengejale” yê bi giranî birîndar bû. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li wî kolberî reşandin û her ji ber vê sebebê jî milê wî bi giranî birîndar bûye. 
 
Ev kolber pêşî ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Banê hatiye veguhastin û piştre jî ji ber giraniya birînan bo nexweşxaneya bajarê Tevrêzê hat veguhastin.