7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Sakîne Perwane hate birîn

16:39 - 7 Çirriya pêşîn 2023

Li gorî rapora ajansa Nûçegihaniy a Hiranayê, Sakîne Perwane girtiya siyasî li girtîgeha Vekîl Abad a bajarê Meşhedê, ji aliyê liqê yekem ê dadgeha Şoreş a bajarê Meşhedê bi 7 sal û 6 meh heps hat cezakirin. 
 
Li gor hikmê ku vê dawiyê ji aliyê taya yekem ê dadgeha Şoreş a bajarê Meşhedê bi serokatiya dadwer “Hadî Mensûrî” û xizmetkirina wê girtiya siyasî ya Kurd, bi tohmeta “komkirin û lihevkirina li dijî ewlekariya welat, propaganda li dijî Komara Îslamî ya Îranê û heqareta li “Rêber” bi giştî heft sal û 6 meh heps hatiye cezakirin. 
 
Hirana ji zarê çavkaniyeke haydar ragihand: “Tevî ku parêzer Xosrow Elîkurdî berpirsê dosyeya xanima Perwane ye, lê serokê taya yekem ê dadgeha Şoreş a Meşhedê roja rûniştina dozê li ser tohmetên xanima Perwane di hevdîtinê de hebûna vî parêzerî amadebûna di dadgehê de asteng kir. 
 
Sakîne Perwane di meha Nîsana îsal de piştî amadebûna li ser gora Elî Mozeferî yek ji şehîdên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî li bajarê Qoçanê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtlaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hatibû veguhastin. Herî dawî piştî duwazdeh rojan ji girtina di vê saziya ewlehiyê de bo girtîgeha Vekîl Abad a Meşhedê hat veguhastin. 
 
Berê jî ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û mehkûm bûbû. Xanima Perwane di nîva duyem a sala 2018’an de ji aliyê hêzên îtlaata Pasdaran ve hatibû binçavkirin û di dawiyê de ji aliyê dadgeha Şoreşa Tehranê ve bi 5 sal heps û weke cezayê zêde 2 sal qedexekirina endamtiya rêxistinên siyasî hate mehkûmkirin. Di dawîya Rêbendana sala 1401 an de, piştî derçûna dorhêla "Efûyê" hat berdan.