Seqiz; Binçavkirina Keyvan Rehîmî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

01:18 - 6 Çirriya pêşîn 2023

Roja Pêncşemî 13’ê Rezberê, Keyvan Rehîmî endamê Parsman Seqizê û çalakvanê medyayî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala vî endamî Parsman Seqizê û ew binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirinê, ev welatiyê han bo navenda îtila`ata Seqizê hate veguhastin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Rehîmî piştî piştevanîkirina ji Hêro Qedîmî, Şêrko Hicazî, Azad Emînî û Semîra Ehmedî çar çalakvanên medenî yên girtî yên bajarê Seqizê hatiye binçavkirin. 
 
Keyvan Rehîmî di Rezbera sala 1400’an de bi tohmeta “Propagandaya li dijî sîstema Komara Îslamî ya Îranê” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi 8 meh heps hat cezakirin. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Keyvan Rehîmî de tune ye.