Welatiyekî Kurd temen 37salî û xelkê Murmurî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin

10:38 - 5 Çirriya pêşîn 2023

Êvareya roja Duşemî 10’ê Rezberê, welatiyekî Kurd yê bi navê Ehmed Tekilîfî temen 37 salî û xelkê Murmurî yê ser bi parêzgeha Îlamê girêdaya bajarê Avdananê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ev welatiyê Kurd girtine.

 Heya dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatî sepandin ber dest nîne.