Hesen Merdanî û Loqman Pîşyar bo girtîgeha Bokanê hatin veguhastin

10:37 - 5 Çirriya pêşîn 2023

Roja Çarşemî 12’ê Rezberê 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Hesen Merdanî” temen 65 salî û “Loqman Pîşyar” temen 58 salî xelkê bajarê Bokanê, ji girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha Bokanê hatine veguhastin.

Ev her du welatî yên Kurd di dema binçavkirinê de, li dest pêrageheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatine bê parkirin.

Êvariya roja Pêncşemî 19ê Gelawêjê, ev du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin û heya dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq çarenivîs û tohmetên ku bi ser wan de hatinî sepandin berdest nîne.