Kolberekî Kurd û xelkê bajarê Pîranşarê bi sedema teqîna mînê lingê xwe ji dest da

10:32 - 2 Çirriya pêşîn 2023

Kolberekî Kurd û xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Erselan Sefyarî”  kurê Ebdullah û xelkê gundê  “Gezigesk” yê ser bi bajarê Pîranşarê ku bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bibû, di encam de lingê xwe ji dest da.

ev kolberê Kurd bi sedema kurahiya birînan bo wergirtina tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Îmêrcênsî” a bajarê Hewlêrê hatiye veguhastin û di bin çavedêriya pizîşkî ya taybet de ye.

Êvareya roja Înê 7’ê Rezbera îsal, ev kolberê Kurd li ser sînorê Pîranşar û Herêma Kurdistanê, rastî teqîna mînekê tê û bi dijwarî birîndar dibe, di encam de jî lingê xwe ji dest daye.

Piştî vê bûyerê, ev Kolberê Kurd bi ambûlansê bo nexweşxaneya “Çoman” a Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin.