Girtiyek li girtîgeha Xoyê hat îdamkirin
15:52 - 24 Çirriya pêşîn 2023
Serbêya roja Sêşemî 2’ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “A.M” li girtîgeha Xoyê hate bidarvekirin.
Serokê Dadweriya parêzgeha Urmiye ji medyaya dewletê re ragihand: “ A-M ku li bajarê Xoyê bi çekê bi zanebûn qetil kiribû, piştî derbasbûna dewra dadweriya giştî, ev biryar ji wî re hatiye dayîn.
Dadgeha Xoyê û derkirina cezayê li dadgeha tawanan a 1 û erêkirin û dawîhatina cezayê wî li dadgeha bilind de, ev girtî spêdeha roja Sêşemî 2ê Xezelwerê li girtîgeha Xoyê hat bidarvekirin.
Ev girtî di sala 1393'an a Rojî de bi tawana "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin.