Li sînorê Bane di encama teqeya hêzên leşkerî yên dewletê de kolberek birîndar bû

10:32 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Roja Duşemî 1’ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Zanko Goherî” xelkê Bane li sînorê “Hengejale” ya vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast teqe li vî kolberî kirine û di vê bûyerê de ranê wî bi giranî birîndar bûye. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Bane veguhastine. 
 
Zanko Goherî 25 salî ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.