Sine; Tariq Rehîmpûr bi danîna barimteyê hat berdan

10:31 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Roja Duşemî 1’ê Xezelwerê, Tariq Rehîmpûr ê temen 39 salî, û kurê Mûsa xelkê gundê “Evîheng”a bajarê Sine, piştî danîna barimteya 1 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Ev welatiyê han di heyama binçavkirinê de ji mafê  hebûna parêzerê diyarkirî   bê par bûye û li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlekarî bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” ev welatî tometbar kirine. 
 Rahîmpûr ji bo îtirafên bi zorê li girtîgeha Îtla`ata Sine de di bin givaşan de bûye. 
 
Roja Çarşemî 29ê Xermananê 12 endamên hêza ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê hanli cihê karê wî bi tundûtîjî û lêdanê binçav kirin. 
 
Roja Yekşemî 14’ê Banemera 1399’an, Tariq Rehîmpûr ji aliyê hêzên ewlekarî û piştre jî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sine bi serpereştiya dadwer “Seîdî” bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona Îranê re” bi 4 sal heps ragirtinê hatibû cezakirin û bi sedema sikalya Spaha Pasdaran bi tohmeta “neguhdarîkirin û bêrêzîkirina bi hikûmet û karbidestan” bi salek heps hatibû cezakirin.