Li sînorê Newsûdê 3 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê birîndar bûn
16:15 - 23 Çirriya pêşîn 2023
Êvara roja Yekşemî 30’ê Rezberê, 3 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariya berê rasterast teqe li van her sê kolberan kirine û ji serî, bejn, çok û lingên wan birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa giştî ya van her sê kolberan baş e.
Li derheq nasnameya van kolberan de agahiyên berfireh ji aliyê Kurdpayê ve tên lêkolînkirin.