Merîwan; Şikandina wêneyên sembolîk ên cangoriyên parastina jîngehê û logoya Komeleya Kesk a Çiya

21:32 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Wêneyên ku ketine destê Krdpa yê diyar dikin ku cama wêneyên sembolîk ên Şerîf Bacwer û Omîd Kohnepûşî- cangoriyên  parastina jîngehê û logoya Komeleya Kesk Çiya li ser gorên van qurbaniyan li Merîwanê ji aliyê kesên nenas ve hatine şikandin. 
 
Ev kiryara han berdewame bo xistina givaşan li ser çalakvanên jîngehparêzî, bi taybetî piştî helmeta berfireh bo vemirandina agirê daristanên Merîwanê ku ji aliyê Komeleya Kesk Çiya ve di çend mehên borî de birêve diçe, û pişt re jî bêserûberiya hikûmetê tê eşkere kirin. Her wiha gelek çavkaniyan ji Kurdpa yê re ragihandine ku di agir berdana daristanên Merîwanê de ajanên Pasdarên Şoreşê rasterast rol lîstine. 
 
Givaşên li ser çalakvanên jîngehparêzî û endamên komeleya Kes a Çiya gihişte wê astê ku tenê roja Yekşemî 19ê Rezbera 1402an zêdetir ji 30 endamên vê komeleyê bi tundûtîjî hatin binçavkirin û Madê Xoşnewaz heya niha jî girtî ye. 
 
Roja Şemî 3’ê Xermanana 1397an Rojî, 4 çalakvanên jîngehparêz ên Merîwanê bi navên “Şerîf Bacwer û Emîd Kohnehpûşî, Rehmet Hekîmîniya û Mihemed Pejûhî” di dema vemirandina şewata daristanên derdora “Pîle û Selsî” a vî bajarî de jiyana xwe ji dest dan.