Seqiz; Kasibkarekî Kurd di encama teqeya hêzên leşkerî de jiyana xwe ji dest da

21:31 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Êvariya roja Şemî 29’ê Rezbera îsal, kasibkarê Kurd ê bi navê “Vahid Qadrî” temen 23 salî, kurê Ehmed û xelkê Seqizê, di encama teqe û şopandina hêzên leşkerî yên dewletê canê xwe ji dest da. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê li xala vekolînê ya devera Serşîv ya Seqizê de, tirimbîla wî kasibkaî dane be guleyan û di encama teqekirinê û şopandina hêzên leşkerî de canê xwe ji dest da. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Tirimobîla vî welatî ji ber şopandina hêzên leşkerî yên hikûmetê wergeriya û welatiyekî din jî birîndar bû. 
 
Heta niha termê vî kasibkarê Kurd radestî malbata wî nehatiye kirin.