Li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistana Iraqê welatiyekî xelkê Bane ji ber teqîna mînekê jiyana xwe ji dest da
11:40 - 20 Çirriya pêşîn 2023
Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, welatiyê bi navê “Pêşwa Eliyar” temen 25 salî, yê xelkê Banê, li bajarê Silêmaniyê ya Kurdistana Iraqê, bi sedema teqîna mînekê canê xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniya ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, ev xort li devera “Şarbajêr” a Silêmaniyê bi sedema teqîna mînekê bi tundî birîndar bibû û ji ber xwînrijiya giran û giraniya birînan canê xwe ji dest da.
Termê vî welatiyî roja Çarşemî 26ê Rezberê li devera “Çivarta” ya bajarê Silêmaniyê bi axê hat spartin.
Malbata Pêşewa Eliyar beriya niha ji ber çalakiyên siyasî û zextên saziyên ewlehiyê neçar bûbûn ku Banê biterikînin û penaberî Kurdistana Iraqê bibin.