Emced Emînî: Keça me Jîna nemiriye, navê wê li cîhanê bûye sembola azadî û wekheviyê

11:11 - 20 Çirriya pêşîn 2023

Îro 27 Rezber a sala 1402`an de, piştî bijartina Jîna-Mehsa Emînî û tevgera şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî wek xwediyê xelata Saxarov, Emced Emînî bavê Jîna peyamek li derheq bijartina keça xwe de belav kir, wergirê vê xelatê, bala Yekîtiya Ewropî û civaka navdewletî li ser zilma li ser Jîna û gelek hevdemên wê da zanîn ku ji ber daxwaza jiyana azad jiyana xwe ji dest dane. 
 
Emced Emînî di beşeke din ya peyama xwe de destnîşan kir; Îro ne tenê em wek dê û bavê Jîna xemgîn in. Belê, em sersaxiyê li mirina her hezkiriyên Îranê û cîhanê dikin ku di rêya azadiyê de qurbanî dane û her roj êşa dilê me dubare dibe. 
 
Bavê Jîna Emînî bi berdewamî bi bîr xist, em li ser vê baweriyê ne ku hevgirtina xelkê û peywendiyên siyasî û civakî li seranserê cîhanê divê cîhan bibe cihekî ewletir ji bo zarok û ciwanan û jiyana mirovan. Yên ku gelek xewnên wan hene ku di cîhanek ewle de jiyanek çêtir bijîn. 
 
Di dawiyê de Emînî îşare bi vê yekê dike, keça me Jîna nemiriye. Em bi wê re dijîn. Em dilşad in ku navê wê li cîhanê bûye sembola azadî û wekheviyê û em hest dikin ku ew jî wek me bextewar û kêfxweş e. 
 
Di 27'ê Rezbera 1402'an de Jîna-Mehsa Emînî û tevgera şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ji aliyê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ve weke xwediyên xelata mafên mirovan a Saxarov a îsal hatin ragihandin. 
 
Merasîma xelatdayînê dê di 22ê Sermawezê (13ê Kanûna Pêşîn) li bajarê Strasburg a Fransayê were lidarxistin.