Xelata Azadiya Ramanê ya Parlamentoya Ewropayê (Saxarov) ji "Jîna-Mehsa Emînî û tevgera şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî" re hat dayîn

11:10 - 20 Çirriya pêşîn 2023

Jîna-Mehsa Emînî û tevgera şoreşgerî ya Jin, Ziyan, Azadî ji aliyê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ve weke xwediyên Xelata Mafên Mirovan a Saxarov a îsal hatin ragihandin. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpa yê pîrozbahiyê li bijartina Jîna-Mehsa Emînî û tevgera şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, wek xwediyê xelata Saxarov a sala 2023an, li malbata wê û hemû cangoriyan, girtiyên siyasî, têkoşerên vê tevgerê û xelkê wê dike. Kurdistan û Îran, bi taybetî jinên leheng ku yek in, di dilê hikûmeta apartheyd de yek ji tevgerên azadîxwaz ên herî pêşverû ava kirin. 
 
Hilbijartina Jîna-Mehsa Emînî ku navê wê remiz û destpêka tevgera şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ye; Bi naskirina vê tevgerê û bi rêzgirtina li bîranîn û navê Jînayê, hewldaneke nû û giranî li ser daxwazên azadîxwaz û edaletxwaz ên vê serhildanê ye. 
 
Merasîma xelatdayînê dê di 22ê Sermaweza îsal (13ê Kanûna Pêşîn) li bajarê Strasburg a Fransayê were lidarxistin. Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve ya Parlamentoya Ewropayê David McAllister li derheq xelatê de got ku hilbijartina tevgera Jîna-Mehsa û Jin, Jiyan, Azadî tê wateya "naskirina têkoşîna wan a wêrek a ji bo mafên jinan."