Çalakvanê wêjeyî yê Kurd Eşkan Fehîm bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin

21:20 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Roja Çarşemî 26’ê Rezberê, Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjeyî û çandî yê Mehabadê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha vî bajarî hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpa yê re ragehandiye, ev çalakvanê girtî ji bo mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par maye. 
 
Riza Endîşe, çalakvanê medenî û Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjeyî û çandî, sibeha roja Înê demjimêr 4:00 sibeha roja 24ê Rezbera 1402an, dema ku zêdetir ji 60 hêzên çekdar ên Rêxistina Îtla`ata Pasdaran avêtin ser mala şexsî ya Eşkan Fehîm, û navbirî binçavkirin. Bi dorpêçkirina kuçeya ku Eşkan tê de dimîne û şikandina derî û camên mala wî, hêzên Pasdaran bi tundî li wan du xortan xistin û bi quntara çekê li wan du xortan xistin û di dema ku birîndar bûnê de bi xwînrêjî ev binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpa yê re ragihandiye; Hêzên Pasdaran bi qasî li Eşkan Fehîm xistibûn ku bi betaniyekê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Spaha Pasdaran a Urmiyê veguhastibûn. 
 
 Fehîm nexweşiya dil heye û heta niha jî tûşî vê nexweşiyê ye, malbat ji tenduristiya wî gelek nîgeran in. 
 
Çalakvanê medenî Riza Endîşe piştî mehek binçavkirinê, roja Duşemî 24’ê Rezber a 1402’an, bo girtîgeha Mehabadê hat veguhastin. 
 
Heta niha li derheq sedema binçavkirin û tometbarkirina van du çalakvanên Kurd ên xelkê Mehabadê de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.