Berdewamiya binçavkirin û bê çarenivîsiya Nîma Xalidiyan

21:19 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Tevî ku 16 roj bi ser binçavkirina welatiyê bi navê Nîma Xalidiyan yê xelkê bajarê Qorwê de derbas bûye, lê heta niha ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Sine hatiye veguhastin û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par maye. 
 
Roja Sêşemî 11’ê Rezberê, ev ciwanê han bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye binçavkirin. 
 
Heya niha li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Nîma Xaldiyan de ti zanyariyek bi dest neketine.