Li bajarê Qorwê welatiyekî Kurd hat gazîkirin û piştire hat binçavkirin

16:20 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, Mehdî Qenberî temen 31 salî û xelkê Qorwê piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila`ata vî bajarî hate binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, li derheq rewşa Qenberî piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, ti agahî li ber dest nînin. 
 
Mehdî Qenberî xwediyê bawerînameya fakulteya mamostatiyê ye. 
 
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema gazîkirin û binçavkirina vî welatiyê han de tine.