Merîwan; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

16:14 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Sibeha roja Çarşemî 26ê Rezberê, kolberek bi navê Ferîd Wetenî Resûl kurê Mihemed xelkê Merîwanê li sînorê vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane van kolberan. 
 
Ev kolber li sînorê “Dereweran”a Merîwanê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatiye gulebarankirin. 
 
Ferîd Vetenî Resûl xelkê gundê “Nişkaş”a Merîwanê ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Şemiyê 15’ê Rezberê, kolberek din yê bi navê Emîr Kerîmî xelkê gundê Goşxanî ya ser bi bajarê Serivavayê û nêzîkî gundê Ancîran a ser bi Merîwanê ve, bê haydarkirinek berê ji aliyê hêzên dewletê ve hate rastî teqeyê hatibû û bi giranî birîndar bû.