Çalakvanê jîngehparêz Azad Emînî bi danîna barimteyê hat berdan

01:22 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, Azad Emînî çalakvanê jîngehparêz ê bajarê Seqizê, piştî danîna barimteya 900 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hate azadkirin. 
 
Ev çalakvanê jîngehparêzî di dema binçavkirinê de ji hevdîtina bi malbata xwe re bê par mabû û piştî serbestberdana wî ji aliyê xelkê û çalakên medenî ên bajarê Seqizê ve hate pêşwazîkirin. 
 
Roja Înê 24’ê Xermananê, Emînî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata Sinê hatibû veguhastin. 
 
Azad Emînî endamê komeleya “Hîcay Zanist” û komeleya “Jiyan Sebiz” a jîngehparêzî ya bajarê Seqizê ye. 
 
Heya niha li derheq sedema binçavkirina Emînî û tohmetên li ser  navbirî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.