Seqiz; Binçavkirina parêzer û mamostayê zanîngehê Nasir Sergiran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

01:20 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Roja Çarşemî 19’ê Rezbera 1402’an, Nasir Sergiran, parêzerê, mamostayê zanîngehê û çalakvanê mafên kêmendaman, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Sinê hat veguhastin. 
 
Hêzên ewlehiyê li bajarê Seqizê avêtin ser mala wî parêzerî û bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ew binçav kirin. 
 
Ev mamostayê zanîngehê pêwendiyeke kurt a telefonî li gel malbata xwe pêk aniye û ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê re rê nehatiye dayîn. 
 
Heta dema belabûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî parêzerî de ti agahî nehatine bidestxistin.