Li sînorê Pawe kolberek birîndar bû

01:01 - 16 Çirriya pêşîn 2023

Di heyama rojên derbasbûyî de kolberekî bi navê “Bêrûz Muradî” yê xelkê bajarê Selas Bawecanî bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê bajarê Pawe birîndar bû. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane wan kolberan. 
 
Di vê bûyerê de kolber guleye pişta wî ketiye û bi giranî birîndar bûye û ji ber wê guleyê jî zerar li dil û rehên wî ketiye. 
 
Kolberê birîndar li nexweşxaneyeke Kirmaşanê de hatiye neştegerîkirin û di beşa çavdêriya taybet de ye.